Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku ewê berbijarê bajarvanîyê yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê jibo Stenbolê roja Yekşemê ragihînin.
Erdogan berî civîna li navenda giştî ya AKP’ê ji rojnamevanan re dîyar kir ku ewê xêncî Stenbolê berbijarên hin bajarên din jî eşkere bikin.
‘’Ji A’yê heta Z’yê hemî surprîz in û ewê di hilbijartinên herêmî de nîşana xebatên me yên jibo serketinan bin’’
Wî dîyar kir ku ewê berbijarê Enqere ya paytext jî di rojên pêş de li Enqerê ragihînin.
Piştî serketina di hilbijartinên Gulana 2023yan de, Erdogan gotibû ku ewê jibo hilbijartinên herêmî dest bi xebatan bikin û ewê jinûve bajarvanîyên bajarên mezin bistînin.
Li gor jêderên medyaya Tirkîyê, jibo Enqerê navê Turgut Altinok li pêş e ku ew niha jibo Keçîoren ya paytextê bajarvanîyê dike.
Ew jêder dîyar dikin ku jib berbijarîya bajarvanîya Stenbolê navên Wezîrê Navxweyî Alî Yerlîkaya û Bajarvanê Fatîh ya Stenbolê Mehmut Ergun li pêş in.
Bajarên Tirkîyê yên mezin yên wek Stenbol, Enqere û Îzmîrê di destê muxalefetê de ne.
Di hilbijartinên 2019’an de Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) tê dîtin, li bajarên mezin yên rojavayê Tirkîyê li hember deshitlatê piştgirî dabû berbijarên rikeberîyê.
Jêder: NTV, Gazete Duvar