Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di vegera Misirê de li ser pirsên rojnamevanan derbarê peywendîyên bi Herêma Kurdistana Îraqê re peyivî.
Erdogan dîyar kir ku her çiqas danûstandinên wan yên bi rêvebirîya Hewlêrê re di rêkeke baş de diçin jî, rewşa bi Silêmanî re girjîyê çêdike.
‘’Silêmanî, rêvebirîya YNK’ê, tevî ku me çend caran ew hişyar kirin jî mixabin berevanîya PKK, YPG û PYD’ê dike. Ser gelek mijaran dibe ku tehemula me hebe, lê gava mijar dibe silametî û ewlekarîya me, emê derîyê nermbûnê heta dawîyê bigirin û çi ji dest me were bikin.’’
Wî got ku wan ji Silêmanî re gotiye ku li wir hin komên nû çêdibin û hişyarî dane wan ku ger rê bidin wan koman ewê bi tenê bimînin.
Erdogan dîyar kir ku li Silêmanî hevnîjadên wan hene û bala wan tim li ser wir e.
Serokê Tirkîyê bi berdewamî got ku ew jibo yekîtîya axa Îraq û Sûrîyê rêzdar in û dîyar kir ku gava ew nehêlin ku li ber sînorên wan ‘’terorîstan’’ çêbe, ew dikarin bi wan re hemî gavan biavêjin.
Di demên dawî de Wezîrê Derve Hakan Fîdan û Wezîrê Berevanî Yaşar Guler li Îraqê danûstandin kiribûn.
Fîdan di rojên borî de li bernameyeke televîzyonê ser YNK’ê gotibû ku divê ji PKK’ê dûr bisekine.
Wî gotibû ku ger YNK bi PKK’ê re hevkarîyê bike ewê wê jî wek dijmin bibînin.
Jêder: NTV