Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Wanê partîyên muxalefetê rexne kir.
Erdogan di mîtînga Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de dîyar kir ku Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) bi helwestên xwe zararê didin welêt.
‘’Muxalefeta li hember me ne ti muxalefet e. Partîya hûn jê re dibêjin CHP, ne CHP ye. Ji alîyê din ve, partîya hûn jê re dibêjin DEM jî îradeya kê ye, di destê kê de ye ne dîyar e.’’
Wî got ku partîyên muxalefetê bi hesabên ser şaredarîyên bajar û bajarokan danûstandin kirine, lê ewê AKP di hilbijartinên 31’ê Adarê de careke din bi ser keve.
Erdogan dîyar kir ku Wan di hilbijartinên Gulana 2023’yan de bûye qurbanîya CHP’ê, lê ewê di hilbijartinên herêmî de li bajêr îradeya neteweyî xwe nîşan bide.
Di hilbijartinên seroktîyê yên Gulan 2023’an li Wanê berbijarê partîyên muxalefetê Kemal Kiliçdaroglu 61,5 ji sedê dengan û Recep Tayyîp Erdogan jî 38,5 ji sedê dengan sitandibûn.
Jibo hilbjartinên 31’ê Adarê berbijarên DEM Partî Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal in û li hember wan berbijarê AKP’ê Abdulahat Arvas e.
Jêder: Anka