Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku bi bawerîya wî sîyaseta provokatîf ya Rojava ya dijî Rûsyayê ne rast bû.
Erdogan di preskonferanseke hevbeş ya bi Serokê Sirbistanê, Aleksandar Vucic re, li Belgradê got ku ne hewce ye mirov navan rêz bike, lê ew helwesta welatên Rojavayî ya dijî Rûsya rast nabîne.
"Jiber ku alîyê Rojava sîyaseta xwe li bingeha provokasyonê bi rê ve dibe, loma wê pêkan nebe ku encamek bi dest keve û divê welatên din hêza Rûsya bi sivikî negirin.”
Yekîtîya Ewrupa û welatên G7 berî demeke kin sînor danabûn ser nirxê berhemên Rûsî yên wek gaza xwezayî û ew yek jî bûbû sedema hêrsbûna Moskowê.
Serokê Rûsya Vladimir Putin gotibû ku ger Ewrupa biryareke wiha bide, ewê firotina hemî berhenên ji welatên Ewrupî re bisekinînin.
Piranîya dewletên Ewrupî gaza ku bi kar tînin ji Rûsyayê dikirin û niha li wan welatan tirs û fikar mezin bûye ku ger Moskow herikîna gaze bi tevahî bisekinêne, ewê vê zivistanê çawa derbaz bikin.