Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Daxuyanîya Lavrov ya Derheqa Efrînê Gelek Çewt E


Endamên "Şaxê Zeytûnê" peykera Kawayê Hesinkar li Efrînê dirûxînin
Endamên "Şaxê Zeytûnê" peykera Kawayê Hesinkar li Efrînê dirûxînin

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ku daxuyanîya Wezîrê Derve yê Rûsî, Sergei Lavrov ya ser siberoja Efrînê gelek çewt e.

“Ger dema wê were, Tirkîye dê Efrînê radestî rûniştvanên wê bike,“Erdogan ji nûçegîhanan re got.

Lavrov do Duşemê gotibû ku Rûsya ji Tirkîye çaverê dike ku kontrola bajarê Efrînê bide hikûmeta Sûrî.

Wî ji nûçegîhanan re gotibû ku bendewarîya Rûsya ew e Efrîn di bin kontrola hikûmeta Beşar Esad de be.

“Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ti car negotiye ku Tirkîye dixwaze Efrînê dagir bike û Rûsya niha li bendê ye ku kontrola bajêr bide hikûmeta Sûrî,” Lavrov bi berdewamî gotibû.

Tirkîyê di meha Adarê de êrîş biribû ser Efrînê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bajêr derxistibû û bi sed hezaran rûniştvanên bajêr neçar mabûn ku cîh û warên xwe biterkînin.

XS
SM
MD
LG