Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Ayasofya jibo Nimêjê Vekirî Ye


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Ayasofya jibo nimêja Înê vekiriye, piştî ku dadgehê biryara hikûmeta Tirkîyê ya sala 1934’an ya vegerandina wê ya muzexanê, neqanûnî bi nav kiribû.

Erdogan daxuyanîya xwe saetekê piştî biryara dadgehê, li ser Twitterê eşkere kir.

"Biryar hate dayîn ku kontrola Ayasofya radestî rêvebirîya Mizgefta Ayasofya Mosque... û Seroktîya Karûbarên Olî were kirin û jibo îbadetê were vekirin," biryata ku ji hêla Erdogan hatibû îmza kirin, ji bîragiştî re ragihand.

Dadgeheke Tirk îro biryar dabû ku qanûna hikûmeta Tirkîyê ya sala 1934’an, ku Hagia Sophia (Ayasofya) zivirandibû muzexanê, pûç bike.

Dadgeha Civata Dewletê (Danıştay) gotibû ku tapuya Ayasofya nîşan dide ku ew mizgeft e loma karanîna wê ya dijî wê armancê gaveke neqanûnî ye.

Ayasofya sedsala şeşan de hatibû ava kirin û heta ku Osmanîyan sala 1453’an de bajarê Konstantînopolîs xistibû bin kontrola xwe, 900 sal wek dêreke girîng ya Krîstîyanan xizmet dabû.

XS
SM
MD
LG