Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Hêvîdar E ku Biden Ser Programa F-35'an Gavên Erênî Bavêje


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro got ku ew bi hêvî ye ku di bin seroktîya Jo Biden de gavên erênî di warê rola Tirkîyê ya di programa F-35'an de werin avêtin.

Wî got ku jiber kirêna mûşekên S-400'an derxistina wan ji wê program biryareke şaş bû.

“Ti dewlet nikare gavên ku em di warê sektora berevanîyê de bavêjin kontrol bike. Tenê emê wê biryarê bidin,” Erdogan li Stenbolê ji nûçegîhanan re got.

Wî da zanîn ku danûstandin bi Rûsya re didomin ku beşa duyê ya S-400an bişîne û ewê di dawîya vê mehê de civîneke ser wê mijarê pêk bînin.

Kirîna çekên Rûsî ji hêla Tirkîyê ve di navbera Washingtonê û Enqerê de ji mêjve bûye pirsgirêkeke mezin.

Washington dibêje ku sîstema S-400 li ser firokên şerker yên F-35 û sîstemên berevanîyê yên NATO'yê gefan çêdikin.

Tirkîye vê yekê red dike û dibêje ku mûşekên S-400 wê di nava sîstemên NATO'yê de neyên xebitandin.

XS
SM
MD
LG