Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Nîqaşa Yildirim û Îmamoglu Dê Hilbijartina Stenbolê Ronî Bike


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser bernameya taybet ya navbera Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglu axifî ku roja Yekşemê li dar keve û di televîzyonan de zindî tê weşandin .

Erdogan ji rojnamevanan re da zanîn ku nîqaşa her du berbijarên bo bajarvanîya Stenbolê dê hilbijartinê ronî bike.

Berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Bînalî Yildirim û berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu dê di bernameyekê de rû bi rû biaxifin.

Erdogan got ku ku nasên herkesê li Tirkîyê dijî li Stenbolê hene û dîyar kir ku ewê temamê Tirkîyê derfeta temaşekirina nîqaşê bibîne.

Di hilbijartina 31’ê Adarê de Îmamoglu bi ser ketibû û bûbû bajarvanê Stenbolê lê li ser daxwazên pêdeçûnê yên AKP’ê, Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) hilbijartina Stenbolê betal kiribû.

XS
SM
MD
LG