Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Daxuyanîya Amîralên Kerkenar bi Tundî Rexne Dike


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê di preskonferansekî de di derbarê daxuyanîya amîralên hezen deryayî yên karkenar axifî.

Erdogan ragihand ku daxuyanîya amîralên karkenar gavek e nêtxirabîyê ye û wateya wê ya veşartî heye.

"Nayê qebûl kirin ku 104 amîral şevekê werin ba hev û belgeyekî bi wî rengî ragihînin. Nabe ku ew wek azadîya axaftinê were binavkirin, " Erdogan got.

104 amîralên payebilind yên hêzen deryayî yên karkenar şeva 4'ê Nîsanê de 'daxuyanîyeke' imza kiribûn û wek hişyarîyekî weşandibûn.

Daxuyanî, hikûmetê hişyar dike ku girêdayê Peymana Montro ( Montreux ) bimîne û dev ji planên çêkirina kanalek nû ya li Stenbolê berde.

Erdogan di axaftina xwe de helwesta Partîya Gel ya Komarî (CHP) ya opozîsyonê jî bi tundî rexne kir.

" Kiryarên wiha dê li ti cihê cîhanê nehata qebûl kirin. Herwiha,em li bende bûn ku opozîsyon li dijî vê çalakîyê xwedî helwestek xurttir be. Em, carek din, bang li CHP ya opozîsyona sereke dikin da ku di gel demokrasîyê bisekine," Erdogan got.

Herwiha, Erdogan destnîşan kir ku ev kiryar haqaretkirina li artêşa Tirk e.

" Her çiqas ku daxuyanî ji hêla amîralên karkenar ve hatiye îmzakirin jî, ev hewildan haqaretekî dijî hêzên çekdar yên Tirk e," wî got.

Hevdem, Erdogan hişyarî da ku li Tirkîyê, hemî êrîşên dijî demokrasîyê piştî daxuyanîyên bi vî rengî pêk hatine.

"Jiber ku, di hikûmeta me da, li hemberî van hewildanan helwestek me ya xurt heye, ew cesaret nakin da berdewamîya planên xwe bînin," Erdogan got.

Serokkomar Erdogan girîngiya Peymana Montro jî anî ziman, lê destnîşan kir ku dibe ku di pêşerojê de ihtîmalên baştir hebin.

"Peymana Montro bo Tirkîyê jibo dema xwe destkeftinekî girîng bû. Em pabendîya xwe ya bi Peymana Montro re didomînin, qe nebe heya ku guhertinekî baştir hebe," wî got.

Erdogan got ku heke ev hewldan bo dîyarkirina ramanên ser Peymana Montro ye, rêya kirina wê ne ragihandina daxuyanîyek wusa ye, lê di şûna vê de, kirina xebatên akademîk e ku alikarîya niqaşan bike.




XS
SM
MD
LG