Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Li Tirkîyê Pirsgirêka Kurd Tuneye


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê di civîna partîya xwe AKP'ê di derbarê mijarên rojeva welat de axifî.

Erdogan di civînê de ser serokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku niha li zindanê girtî ye, jî axifî.

"Denîrtaş terorîzmê diparêze û destên wî de xwîna bi hezaran Kurdan heye," Erdogan got.

Hevdem, Erdogan niqaşên ser pirsgirêka Kurd jî nirxand û got ku li Tirkîyê pirsgirêka Kurdî tuneye.

Ajansa Reuters ragihand ku Erdogan bi van daxuyanîyana dawî li hêvîyên jibo nexşerêyeke reformê anîn tevî ku wî du hefte berê soz dabû ku dê hinek reformên dadwerî û aborî pêk bîne.

Ev gotara Erdogan bû sedema hêvîyên berdana sîyasetvan û parêzvanên mafên mirovan ji girtîgehê ku di nav de gelek sîyasetvanên Kurd jî hene.

Cîgirê berê yê serokwezîrê berê û damezirînerê AKPê Bulent Arinç jî bi banga serbestkirina Demîrtaş kiribû û ew yek bendewarîyên azadkirina girtîyan zêde kiribû.

Erdogan îro di heman civînê de bertekên tund ji gotinên Arinç re nîşan da û gotinên wî yên ser pirtûka Demîrtaş bi hişkî rexne kir.

"Pêşnîyara Arinç ya bo her kes pirtûka ku terorîstekî nivîsîye bixwîne, ez xemgîn û aciz kir," Erdogan got.

Arinc roja Sêşemê ji erka xwe ya desteya şêwirmendîya seroktîyê karvekişandina xwe ragihandibû.

Tevî ku Erdogan ser bendewarîyên reformê de derî girtibe jî, wî ragihand ku AKP û hevkara wê yê biçûk ya koalîsyonê MHP bo têkbirina serhildayên Kurd pêgîr in.

Reuters dibêje ku di demên dawî de medya Tirkîyê radigihîne ku di hindurê koalîsyona desthilatdarîya Erdogan de pirsgirêk gelek zêde bûne.

MHP di derbarê tevgera Kurd de xwedî nêrînek hişk e, jiber vê yekê ewê dijberîya reformên ku jibo HDP'ê baş be, dike.

Erdogan di heman demê de, berevanîya dûrxistina bajarvanên Kurd yên ji HDP'ê kir.

Hejayê balkişandinê ye ku Demîrtaş ji çar salan zêdetir e ku bi îdiaya berpirsîya xwepêşandanên serdema şerê Kobanê li zindanê ye.

HDP, ku Demîrtaş di navbera 2014 û 2018'an de seroktîya wê kiribû, dibêje ku hikûmeta Tirkîyê li şûna 59 ji 65 şaredarîyên ku partî yê di hilbijartinên herêmî yên Adara 2019'an de qezenc kiribûn, ji kar dûr xistine.

XS
SM
MD
LG