Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Soza Cezakirina "Terorîstên Ekonomîk" Dide


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro “terorîstên ekonomîk” tawanbar kir ku bi gotina wî, bi rêka belavkirina raportên çewt, zîyan digehînin Tirkîyê.

Erdogan got ku ew kes dê bi giranî hesaba kiryarên xwe bidin.

“Di medya civakî de terorîstên ekonomîk hene. Ew bi rastî toreke xiyanetê ne. Emê bêguman ji wna kesan hesaba kiryarên wan bipirsin.”

Erdogan da zanîn ku karbidestên dadwerî û yên darayî niha lêpirsînên xwe didomînin ku wan kesana ceza bikin.

XS
SM
MD
LG