Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Bang li Almanya Dike ku Tora Gulen Bixe Nav Lîsta Rêxistinên Terorîst


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê bang li Almanya kir ku tevgera Fetullah Gulen wek rêxistineke terorîst bi nav bike, ku Enqere wê bi danana hewila darbeya leşkerî tawanbar dike.

“Divê Almanya, wekî ku Brîtanya kir, pênasînê bike ku FETO ji hewila darbeya leşkerî berpirs e, Erdogan di nivîsa xwe de got”

Wî dîyar kir ku welatê wî dixwaze têkîlîyên aborî û bazirganî bi Almanya xurtir bike.

“Armanca me zêdekirina peywendîyên aborî û bazirganî ye. Bona xatirê xweşhalîya her du welatan, werin em berjewendîyên xwe yên dualî pirtir bikin û pirsgirêkên heyî jî hindiktir bikin.”

Banga Erdogan îro di rojnameya Frankfurter Allgemeine ya Almanî de hat weşandin, di vê demê de ku Erdogan bo baştirkirina peyendîyên sîyasî û bazirganî ya dualî li wî welatî ye.

Hikûmeta Almanya heta niha red kiriye ku tora piştevanên Gulen, ku Tirkîye wek Rêxistina Terorîst ya Fetullah Gulen (FETO) bi nav dike, wek rêxistineke terorîst bipejirîne.

XS
SM
MD
LG