Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helwesta Erdogan ya Ser Îsraîl û Filîstînê Tê Çi Wateyê?


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan,11 Cotmeh,2023.
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan,11 Cotmeh,2023.

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku dorpêçkirin û bombebarana Îsraîlê ya li ser Gaza bo bersîva êrîşa rêxistina çekdar ya Hamasê wek bersîveke nehevseng rexne kir û wek "komkujîyê bi nav kir.

"Bombebarankirina cihên sivîlan, kuştina sivîlan, astengkirina alîkarîyên mirovî kiryarên rêxistinê ne û ne yên dewletê nin."

Nicholas Heras li Enstîtuya New Lines
Nicholas Heras li Enstîtuya New Lines

Nicholas Heras li Enstîtuya New Lines berpirsê Beşa Stratejî û Nûbûnê ye û hevdem pisporê Ewlekarîya Rojhilata Navîn e.

Heras re helwesta Erdogan ya ser kêşaya Îsraîl û Filîstînê, bi taybet jî daxuyanîyên wî yên di du rojên dawî jibo Dengê Amerîka nirxand.

"Erdogan bi şexsî bi statûya Filîstînîyan re eleqadar e û ew kêşeya Filîstînê di çarçoveya rola berê ya Împaratorîya Osmanî ya wek berpirsê wê herêmê de dibîne," Heras ji Dengê Amerîka re got.

Serokê Tirk dîyar kir ku Îsraîl li Gaza "wek dewletekê" tevnagere û jiber êrîşên wê yên bêhevseng dibe ku wê li ber çavê cîhanê bix rewşeke nexwestî.

Wî got ku sîvîlan helwesta rêxistinan e, lê Îsraîl jî wek rêxistinan tevdigere.

"Divê Îsraîl ji bîr neke ku ger ji dewletbûnê pirtir wek rêxistinekê tevbigere, ewê helwesta dijî wê jî ya wek hemberî rêxistinan bibe , û bi vî awayî wê xwe tune bike, " Erdogan got.

Pispor Heras bale dikşîne ku li gor Erdogan, nabe ku HAMAS ji kêşeya Filistînê were veqatandin, jiber ku ew wene daxwaz û xeyaleke serekî ya Serokê Tirk dîyar dike.

"Jiber ku ew daxwaza serokê Tirk ya ser vegerandina nîzama bi seroktîya Tirkîyê li rojhilata Derya Sipî û Rojhilata Navîn tîne ziman, " Heras ji Dengê Amerîka re got.

Sînan Cîddî, Pisporê Weqfa Parastina Demokrasîyan (FDD)
Sînan Cîddî, Pisporê Weqfa Parastina Demokrasîyan (FDD)

Sînan Cîddî, pisporê Weqfa Parastina Demokrasîyan (FDD), daxuyanîyên do û îro yên wî wek ravekirina neşermezarkirin û bêdengîya Erdogan ya ser Hamasê bi nav dike.

“Dema ku piranîya hevalbendên Rojavayî yên Tirkîyê demûdest êrîşên terorîstî yên Hamasê yên dijî Îsraîlê şermezar kirin, Enqerê nêzîkatîyekê nezelal nîşan da; jiber ku Erdogan berevanîya Hamasê dike, “ Cîddî ji Dengê Amerîka re got.

Cîddî bal kişand ku Enqere Hamasê rexistineke terorê nabîne û herwiha 2018’ an de Erdogan helwesta xwe bi awayekî zelal eşkere kiribû û gotibû ku Hamas tevgera berxwedanê ye.

“Ev nêrîna giştî ya cîhana îslamî ya Erdogan nîşan dide, ku ji çil salan vir ve, ji dema beşdarbûna wî ya Tevgera Îslama siyasî ya Tirkîyê , neguherî ye, “Cîddî got.

Erdogan hevdem bo aramîyê bang Îsraîl û Filîstînê kir û dîyar kir ku Enqere bo navbeynkarîyê amade ye.

Heras bawer dike ku Erdogan herwiha Tirkîyê mîna navbeynkarê bingehîn ya nîzameke nû ya navneteweyî dibîne.

"Ger ser bidawîkirin yan sivikkirina şerê li Ukrayna di danûstandinên xwe yên dîplomatîk bi Putin û Zelensky re de, ger li Qarabax û Kafkasya, yan jî di navbera Filîstîn û Îsraîlê de, " Heras got.

Pisporê Enstîtuya New Lines Tirkîyê wek dewletekî nayê pêşbînîkirin dinirxîne ku Amerîka û NATO nikarin rêgehekê bidin pêş yan kontrol bikin.

"Ev jî tê wê wateyê ku Tirkîyê wê di kêşaya Îsraîl û Filîstînê rêgeha xwe
Bixe xêz bike," Heras ji Dengê Amerîka re got.

Cîddî bawer dike ku hewla Erdogan ya bo navbeynkarîya agirbesteke pêkan, ne jiber ku Erdogan nêrîna xwe ya bingehîn ya ser Îsraîlê guhertîye ye.

“ Lê, ji ber ku Erdogan piranîya 2022’an bo jinûve avakirina têkilîyên bi dewleta Cihû re û bo îzolasyona herêmî ya ser Tirkîyê bişkîne, derbaz kir “Cîddî ji Dengê Amerîka re got.

Cîddî da zanîn ku, bi zêde buna tevgêrên leşkerî yên li Gazze, dibe ku Erdogan ji pêyvajoya normalkirina têkilîyên bi Îsraîlê re vegere û helwestek pir tund bigire.

“Divê Amerîka û hevalbendên wê nexapin ku Erdogan dixwaze di vê pevçûnê de bi dilsozîyekî rastîn rola navbeynkarekî bilîze, “ wî got.

Erdogan do Sêşemê jî Washington rexne kir, hem jiber şandina keştîya şerker bo beravên Îsraîlê û hem jî jiber avakirina bingehên leşkerî li Sûrîyê, ku hêzên Amerîkî pêşengîya hevpeymanîya navneteweyî ya şerê dijî rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) dike.

Serokê Tirk bal kişand ser hebûna leşkerî ya Amerîka li Sûrîyê û hevkarîya wê bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re û got ku Washington tawanbar kirk u ‘komên terorîst’ perwerde dike û çekdar dike.

Nicholas Heras bal kişand ser êrîşên esmanî yên berfireh yên Tirkîyê dijî heremên Kurdan li Sûrîyê û hem êrîşên Enqerê hem jî gotara Erdogan ya do wek peyameke ji Serokê Amerîka Joe Biden nirxand.

"Erdogan bi êrîşên vê dawîyê û mezin hewl dide peyamekê bişîne Biden, ku Amerîka nikare li Rojhilata Navîn rehet bike û berê xwe bide Asya, ger daxwazên wî yên hemberî Kurdên Sûrîyê neyên bi cîh kirin," wî got.

Sînan Cîddî jî ragihand ku Erdogan operasyonên leşkerî yên Îsraîlê li Gazze wek bersîva êrîşa Hamasê, mîna derfetekî dibîne da ku êrîşên xwe ya leşkerî dijî heremên Kurdên Sûrîyê û yên li Kurdistana Îraqê zêde bike.

“Jiber ku ti kês wê ji Erdogan re bo niha nebêje ku ka bisekine û ev pirsgirêka herî girîng e, “Cîddî got.

Herwiha dibêje dama ku Erdogan Îsraîlê bi binpekirina mafên mirovan dike, ew bixe niha yek yek wan Sûrîyê û li Kurdistana Îraqê dike, tiştên ku wek dij exlaq yan binpekirin bi nav dike.

Pispor Heras rewşa niha ya Rojhilata Navîn wek barûtê li ber teqînê û Tirkîyê ya bi desthilatdarîya Erdogan jî mîna kibrîtekê pênase dike.

" Tirkîyê ya bi seroktîya Erdogan wek kibrîtê ye û bi agirpêxistinekê dikare wê barûtê (Rojhilata Navîn) bipeqîne, ku wê bi encamên wêranker heremê bişewitîne," Heras got.

Hejayê gotinê ye ku Tirkîyê ji berêvê piştgirî dide Filîstîniyan û mazûvanîya endamên Hamasê dikir, dema ku piştî dijminatiya bi salan bo sererastkirina têkilîyên bi Îsraîlê re dixebite.

XS
SM
MD
LG