Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Rexne Dike ku Firokên Amerîkî Çek Avêtin Kurdan


Şîngirên Kurd li bajarê Sirucê di merasîma şervanên YPG Hanim Daban, 20, Îdris Ahmed, 30 û Mihamed Mustafa 25 Cotmeh 21, 2014

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje, “çewt” bû ku Amerîka bi firokan çek şandin şervanên Kurd ku hewil didin bajarê Kobanê dijî DÎÎŞ biparêzin.

Birêz Erdogan herwiha rexne li Amerîka girt ku paketeke mezin ya sîlahan ku Amerîka avêtibûn xwarê keste destê DÎÎŞ.

Rêberê Tirk got, ew fem nake ku girîngîya stratejîk ya Kobanê jibo Amerîka çi ye û li wî bajarî sîvîl tuneye, tenê 2000 şervan hene.

Amerîka jibo piştgirîya şervanên Kurd yên YPG, çend hefte ne êrîşên esmanî dibarîne ser endamên DÎÎŞ yên li derdora Kobanê.

Washington dibêje, ew piştrast e ku 27 ji 28 barên giştî yên sîlahan bi awayekî serkeftî giheştine destê YPG.

XS
SM
MD
LG