Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Emê di Meha Were de Leşker Bişînîn Lîbyayê


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê got ku Tirkîye dê ser daxwaza Trablusê di meha were de leşkeran bişîne Lîbyayê.

“Jiber ku ji hikûmeta Lîbyayê vexwendin heye, emê wê dawetê qebûl bikin û dema parlaman vebe, emê biryara şandina leşkeran ji wî welatî re derxînin.”

Erdogan hefteya derbazbûyî gotibû ku Tirkîyê wê bêdeng nemîne ku çekdarên ser bi Rûsya li Lîbya piştgirî didin Xelîfa Heftar.

“Bi rêka koma bi navê Wagner, ew bi eşkereyî jibo Heftar wek leşkerên bi pere dixebitin û em dizanin ku kî pere dide wan. Dema reiû wiha be, ne rast e ku em hember wan tiştan bêdeng bisekinin. Heta niha çi ji destê me hat, me kir û bi berdewamî jî bi heman awayî bikin.”

Tirkîye piştgirîya hikûmeta Fayez el-Serac dike ku ji alîyê civata navnetewî ve tê qebûl kirin. Enqerê meha borî peymaneke ewlekarîyê bi hikûmeta Serac îmza kiribû.

Rûsya nerazîbûna xwe hember wê peymana ragihandibû û gotibû ku ew jiber îhtîmala şandina leşkerên Tirk ji Lîbya re gelek xembar e.

Tirkîyê heta niha rasetast bersîva daxuyanîyên Rûsya nedabû, lê Erdogan got ku ew nema dikarin çavê xwe ji alîkarîyê ku Heftar ji kompanîya Wagner ya nêzî Kremlînê bigirin.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Rûsya piştgirî didin hikûmeta Xeftar û Tirkîye jî piştgirîya hikûmeta Trablusê dike.

Erdogan do Çarşemê serdana Tûnisê kiribû ku îhtîmala agirbestekê li Lîbya bi karbdestên wî welatî re gotûbêj kiribû.

XS
SM
MD
LG