Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Emê Bêdeng Nemînin ku Çekdarên ser bi Rûsya Piştgirî Bidin Xelîfa Heftar


Erdogan û Serac

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê got ku Tirkîyê wê bêdeng nemîne ku çekdarên ser bi Rûsya li Lîbya piştgirî didin Xelîfa Heftar.

“Bi rêka koma bi navê Wagner, ew bi eşkereyî jibo Heftar wek leşkerên bi pere dixebitin û em dizanin ku kî pere dide wan. Dema reiû wiha be, ne rast e ku em hember wan tiştan bêdeng bisekinin. Heta niha çi ji destê me hat, me kir û bi berdewamî jî bi heman awayî bikin.”

Tirkîye piştgirîya hikûmeta Fayez el-Serac dike ku ji alîyê civata navnetewî ve tê qebûl kirin û di dema borî de peymaneke ewlekarîyê bi wê hikûmetê îmza kiribû.

Rûsya demeke zûtir ya îro nerazîbûna xwe hember wê peymana ragihandibû û gotibû ku ew jiber îhtîmala şandina leşkerên Tirk ji Lîbya re gelek xembar e.

Tirkîyê heta niha rasetast bersîva daxuyanîyên Rûsya nedabû, lê Erdogan got ku ew nema dikarin çavê xwe ji alîkarîyê ku Heftar ji kompanîya Wagner ya nêzî Kremlînê bigirin.

XS
SM
MD
LG