Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê got ku divê pêdaçûnê li ser peymana Lozan ya sala 1923’an were kirin, ku tixubê Tirkîyê ya bi Yunanistanê dîyar dike.
Erdogan di destpêka serdana xwe ya Yunanistanê de, dema ligel hevtayê xwe yê Yunanî Prokopis Pavlopoulos di televîzyonê de dipeyîvî, ew daxuyanî da.
Pavlopoulos pêşnîyara Erdogan red kir û got ne hewce ye ku Lozan were nûjen kirin yan jî ji pêş çavan were derbaz kirin.
Wî di preskonferansê de mijara Tirkên ku li Yunanistanê dijîn jî anî rojevê û bal kişand ku divê azadîya wan ya olî hebe.
Li ber e Erdogan roja Înê here herêma Trakya ku Tirkên wî welatî lê dijîn.
Hêjayî balkişandinê ye ku Erdogan serokomarê yekê yê Tirkîyê ye ku di bi dehan salên borî de serdana Yunanistanê dike.