Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku ewê qanûnên nû yên kontrolkirina platformên medya civakî bînin pêş û hinek ji wan jî bigirin.
Erdogan ji endamên partîya xwe re got ku ewê dawî li hin kiryarên bêahlaqî yên li platformên medya civakî bînin jiber ku tunebûna qanûnên pêşîgir rê li ber wan kiryarên kîret vekirine.
Wî got ku hin kes bi bi rêka wan qadên medya civakî siviktî û biçûkxistinê li wî û malbata wî kirine.
“Hun niha fem dikin ku çima em dijî platformên medya civakî yên mîna YouTube, Twitter û Netflix in? Jiber ku ew ne li gorî nirxên vî gelî ne. Emê pêşnîyareke qanûnê bînin pêş parlamanê ku wan daxin yan bînin bin kontrola hikûmetê.”
Wezîrê Darayî Berat Albayrak, ku zavayê Erdogan e, roja Sêşemê li ser Twitterê ragihandibû ku zarokê wî yê çaran hatiye dinê û dû re hin karîner siviktî û haqaretan li wî kiribûn.
Erdogan herwiha got ku ewê kompanîyên medya civakî mecbûr bikin ku nûnertîya xwe li Tirkîyê vekin jiber ku divê ew bersîvdana daxwazên qanûnî yên ji hikûmetê bidin.
“Em bi biryar in ku hemî tiştên pêdivî bikin û qanûnên nû û cezayên diravî û qanûnî dînin ku ew kompanî hesabê kiryarên xwe bidin.”
Karbidestên Tirk îro ragihand ku ji 19 hesabên medya civakî ku naverokên ku Albayrak biçûk xistiye parve kirine, xwedîyên 11 hesaban hatine girtin.