Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê got ku partîya Serokwezîra Almanya Angela Merkel, CDU û yên din yên mezin dijminê Tirkîyê ne. Wî bang li Tirkên li Almanya kir ku herin ser sindoqan û dengê xwe nedin wan partîyan.
"Ez bang li hemî hemwelatîyên xwe li Alman dikim: Demokratên Krîstîyan, SDP, Partîya Kesk gîş dijminên Tirkîyê ne. Piştgirîya wan partîyan bikin ku ne dijminên Tirkîyê ne," Erdogan piştî nimêja Înê li Stenbolê got.
Erdogan bi berdewamî ji îdia kir ku partîyên serekî yên Almanya helwestên êrîşkar û bêrêzane li hember Tirkîyê nîşan didin.
“Ez ji we dixwazim ku hun di roja dengdanê de dersekê bidin wan partîyan," Erdohgan got.
Ev daxuyanîyên Erdogan, hîn ji gotinên herî tund yên dijî Merkelê û partîya wê CDU ye û cudabîrîyên kûr yên navbera Almanya û Tirkîyê nîşan dide.
Peywendîya navbera Enqerê û Berlînê piştî hewila darbeya leşkerî ya sala borî xirabtir bûye û Almanya xema xwe bilind dike ku Erdogan darbê bo bêdengkirina hevrikên xwe bi kar tine.