Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê jibo Selfie'ya Erdogan Davêje Ser Kovareke Rexnegir


Polîsên Tirk îro Duşemê avêtin ser kovarekê, bi sedema ku wê govarê di bergê xwe de wêneyeke Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya montajkirî kar anîye ku pêş tabutên leşkerên kuştî “selfie” digire.

Sernivîskarê Nokta Cevheri Guven da zanîn ku polîsên anti-teror nîvê şevê avêtin ser navenda govarê li Stenbolê û lêgerînê li wê derê kirin.

Rojname Hurriyet ragihand ku hemî kovarên çapkirî hatin kom kirin û hesaba nokta ya Twitterê jî hat blok kirin, bi sedema ku wê serokomar biçûk kiriye û propogandaya terorîzmê kiriye.

Nokta wek kovareke dijî hikûmetê tê nasîn û di Gulana vê salê de zivirîbû weşanê, piştî ku di sala 2007an de, jiber du nivîsarên ser darbeyên leşkerî weşana xwe sekinandibû.

XS
SM
MD
LG