Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê got ku dibe ku ew ser bernivîsa qanûna bingehîn ya nû bixebitin.
“Belku jî dem hatiye ku Tirkîye careke din qanûna bingehîn ya nû gotûbêj bike. Ger em bi hevkara xwe ya hevbendîyê li hev bikin, em dikarin jibû qanpna bingehîn ya nû têkebin liv û tevgerê,” Erdogan li Enqerê got.
Wî dîyar kir ku divê hewilên ser vê mijarê zelal bin ş bi bîragiştî re werin parve kirin.
Daxuyanîya Erdogan piştî daxwaza Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) ya qedexekirina HDP’ê ya ser bi Kurdan tê ku partîya herî mezin ya sêyan e.
Rêxistinên mafên mirovan û hevbendîn Tirkîyê yên Rojavayî hikûmeta Erdogan tawanbar dikin ku dengê oposîzyonê dibire û hevrikên xwe dixe zindanê.