Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Somalî Vexwendname Şand Tirkîyê ku Nav Avên Wê Lêgerîna Petrolê Bike


Erdogan û Serokê Somalî Mihemed Abdullahî Mihemed li Enqerê (Arşîv)

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê ragihand ku hikûmeta Somalî vexwendname şand Tirkîyê ku di nav avên wê de petrolê bigere.

Erdogan got ku ew daxwaz piştî peymana wan ya sala borî ya bi hikûmeta Lîbyayê pêk hat.

“Ji Somalî daxwazek heye. Ew dibêjin ku: ‘Li deryayên me petrol heye. Hun li Lîbyayê xebatên derxistina petrolê dikin. Hin bi heman awayî li virê jî dikanin xebatên lêgerîn û derxistina petrolê bikin.’ Ew daxwaz ji me re pir girîng e.”

Kanala NTV ji zarê Erdogan ragihand ku ewê di demeke nêzîk de pêngavên pêdivî bavêjin ku dest bi karên xwe yên li wî welatî bikin.

XS
SM
MD
LG