Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Toleyên Amerîkî Êrîşa Dijî Mafên Tirkîyê Ye


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê dîyar kir ku toleyên Amerîka yên dîjî Tirkîyê ku jiber kirîna sîstemên parastina Rûsî hatin danîn, êrîşa hember serwerîya wan e.

Erdogan got ku mafê wan e ku sektora xwe ya berevanîyê xurt bikin, lê bi wan toleyan ew sektorê dibe armanc.

Roja Duşemê, Washington bi sedema kirîna sîstemên parastinê mûşekên S-400 ya Rûsya dîjî serokê Pîşesazîya Berevanîya ya Tirkîyê (SSB) Îsmaîl Demîr û sê karmendên din tole ragihandibûn.

Erdogan, cara yekê piştî ragihandina toleyan got ku pirsgirêkên jiber toleyan dê werin çareser kirin. Wî soz da ku dê hewildanên bo pîşesazîyeke berevanîya serbixwe zêde bikin .

Erdogan jibo cezakirina hevalbendeke NATO'yê rexne li Washingtonê kir.

“Ev hevbendîyeke çawa ye? Ev hevkarîyeke çawa ye? Ev biryar li dijî mafên serwerîya welatê me ye û êrîşeke dijminane ya eşkere ye."

Erdogan bi berdewamî got ku armanca rastîn pêşî li pêşveçûnên welatê wan yên di pîşesazîya berevanîyê de ye. "Dixwazin pêşveçûna me ya vê dawîyê asteng bikine û careke din bi tevahî mecbûri wan bike ye.

"Bê guman dê pirsgirêk hebin, lê her pirsgirêk dê ji bo çareserîyê derîyeke ji me re veke," wî got.

Washington dibêje ku S-400 gefan li ser firokên şerker yên F-35 û sîstemên berevanîyê yên NATO'yê dikin.

Tirkîyê vê yekê red dike û dibêje dê S-400 di nava sîstemên NATO'yê de neyên xebitandin.

Erdogan dubare kir ku bingeha teknîkî ya xem û fikarên Amerîka tune ye.

Wî got Enqere tevî ku Enqere jiber kirîna S-400'an ji bernameyê kirîna balafirên F-35'an hatiye derxistin jî, hîn jî çêkirina nêzî 1000 parçeyên F-35'an didomin û Tirkîyê wê pirtir ji 100 firokên F-35 bikirîyana.

Erdogan di dawîya axaftina xwe de dîmenên sîstema nû ya berevanîya mûşekî ya navxweyî ya Tirkîyê, HISAR-A + nîşan da û got ku jiber ambargoyê derkirîna perçeyeke dereng ketiye.

"Sipasîya Xwedê ku Tirkîyê demeke dirêj e ku dijwarîyên toleyên bi vî rengî de paş xwe de hiştîye," Erdogan herwiha got.




XS
SM
MD
LG