Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Ezê bi Pence û Pompeo re Nepeyivim


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji televîzyona Sky News re got ku ewê bi Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û Wezîrê Derve yê Amerîka hevdîtinan neke.

Wek bersîva Sky Newsê ku ew ji hatina şandeya Amerîkî xembar e yan ne, Erdogan got ku ew rasterast li ser pêyan e û ji kesekî natirse.

“Bila Trump were. Ezê tenê bi Trump re bipeyîvim,” Erdogan bi zarekî tund bersîva rojnamevana Sky News da.

Wî got ku divê Pence û Pompeo bi hevtayên wî re biaxifin.

XS
SM
MD
LG