Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Erdogan û Trump bi Telefonê Peyîvîn

Ofîsa seroktîya Tirkîyê ragihand ku Serokê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê bi telefonê ligel Serokê Amerîka Donald Trump peyîvî û rewşa Lîbyayê bi wî re gotûbêj kir.

Ofîsê da zanîn ku axaftina telefonê demeke kurt pitî erêkirina pêşnîyara desturnameya şandina hêzên leşkerî ji Lîbyayê re pêk hat.

“Trump û Erdogan bal kişandin ser girîngîya dîplomasîyê di çareserkirina kêşeyên herêmî de. Di axaftinê de herwiha rewşa li Sûrîyê jî hate nirxandin,” daxuyanîya ofîsê got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG