Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Me Tomara Deng yên Kuştina Xaşiqcî ligel Hevalbendên Rojavayî Parve Kir


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ku wan tomara deng ya kuştina Cemal Xaşiqcî bi hevalbendên Rojavayî re parve kiriye û naveroka wê tomarê gelek kes şok kirine.

Erdogan dema ji vegera serdana Fransa, li nav firokê ji nûçegînan re got ku wî kuştina Xaşiqcî bi rêberên Amerîkî, Fransî û Almanî re peyîvî.

“Me tomara deng ya kuştinkarîya Xaşiqcî da hemî kesên ku ew xwest. Sazîya îstixbarata me tiştek veneşart. Me tomara deng, Saudî, Amerîka, Fransa, Kanada, Almanya û Brîtanya jî di nav de, hemî kesên ku dixwazin guhdar bikin re pêşkêş kir.”

Erdogan got “karbidestekî Saudî ku tomara kuştina Xaşiqcî guhdar kir şok bû û got ku divê ew kes eroîn biribe jiber ku tenê yekî wiha dikare tiştekî bi vî awayî bike.”

Erdogan pir caran gotibû ku fermana kuştina Xaşiqcî ji “asta herî bilind ya hikûmeta Saudî” hatiye dayîn.

Xaşiqci, herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî berî îdiayên kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê piştre dabû zanîn ku Xaşiqcî di pevçûneke li konsulxaneyê de hatiye kuştin.

Rêvebirîya Rîyadê dîyar kiribû ku li ser kuştina Xaşiqci 18 kes hatine girtin, lê termê wî heta niha jî hîn nehatiye dîtin.

XS
SM
MD
LG