Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje ku Ew Pêşî li Penaberan Nagirin


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Sêşemê got ku ewê pêşî li koçberên ku dixwazin ji Tirkîyê derbazî Yunanistanê bibin, negirin.

Erdogan, piştî vegera hevdîtina xwe ya ligel karbidestên Ewrupî de, li firokê got ku divê rêberên Ewrupî çareserî ji kêşeya penaberan re bibînin.

Wî herwiha got ku ewê di 17ê Adarê de li Stenbolê hilcivîneke taybet li dar bixin ku vê mijara penaberan gotûbêj bikin.

“Emê vê pirgirêkê di hilcivîneke taybet de bi Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokê Fransî Emmanuel Macron û belku bi serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson re gotûbêj bikin,” Erdogan got.

XS
SM
MD
LG