Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan ji Biryara Amerîka ya Sucdarkirina Çaglayan Tore Ye


Erdogan û Çaglayan
Erdogan û Çaglayan

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê biryara Amerîka ya tawanbarkirina wezîrê berê yê ekonomî Zafer Çaglayan bi tundî rexne kir û ew yek wek gaveke sîyasî ya hember Tirkîyê bi nav kir.

Erdogan ji nûçegîhanan re got ku ew biryara dijî wezîrê berê yê aborî, wek gaveke dijî Komara Tirkîyê dibîne û behnên xirab ji wê biryarê tên.

Dozgerên Amerîkî êvara Çarşemê Çaglayan bi fermî tawanbar kiribû ku toleyên aborî yên ser Îranê şikandine. Xencî Çaglayan, rêvebirê giştî yê berê yê Halkbank Suleyman Aslan û rêvebirên din jî bi heman sedeman hatibûn sucdar kirin.

Li gor dozgerên Amerîkî, tevî ku li gor qanûna toleyên aborî, bazirganîya bi Îranê qedexe bû, Çaglayan, Aslan û rêvebirên din bi karanîna sîstema darayî ya Amerîkî, bi buhayê mîlynan dolaran bazirganî li ser navê hikûmeta Îranê pêk anîne.

Erdogan bang li karbidestên Amerîkî kir ku pêdaçûnê li ser biryara tawanbarkirina Caglayan bikin jiber ku wî tiştekî xirab nekiriye.

“Îran hevkareke me ya girîng ya bazirganî ye û wek Tirkîyê, me ti toleyên aborî li ser Îranê nedanabû.“

Erdogan got ku ewê mijara Çaglayan di serdana xwe ya Amerîka de bîne pêş karbidestên Amerîkî.

XS
SM
MD
LG