Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistin Û Rojnamevan Piştgirî Didin Pişka Tirkî ya VOA, Derbarê Daxwaza RTUK'ê ya Destûra Kar


VOA Building
VOA Building

Sazîya Bilind ya Radyo û Televîzyonê (RTUK) sê roj dem daye Beşa Tirkî ya Dengê Amerîka (VOA) ku ji bo wergirtina lîsansa weşanê serî lê bide, yan jî dibe ku rastî tawanên cezadar were.

RTUK’ê, roja Duşemê ji Dengê Amerîka re got ku pêdivî ye ku ew serlêdana weşana lîsansa ya ser-daxwazê bike.

Lîsansa li ser-daxwazê bi gelemperî ji hêla kompanîyên şahî yên wekî Netflix’ ê ve tê wergirtin.

RTUK dide zanîn ku ger bo lîsansa weşanê serî lê nede û herwiha xerca lîsansê ya sê mehan nede, bi daxwaza astengikirina gihîştina naveroka beşa Tirkî ya VOA ewê li serî li Dadgehê bide.

Saziyê got ku ew li gor qanûnekî Tirkîyê tevdigere ku tê de betalkirina lîsans û bo kêsên ku weşanan bikin pêkana du salan cezayê girtîgehê hene.

Beşa peywendîyên giştî ya VOA jî piştrast kir ku RTUK bi fermanek nû daxwaz dike ku weşan di nav 72 demjimêran de beşa Tirkî lîsansê werbigire.

Berdevika VOA Bridget Serchak got ku "Wek medyayeke bo xizmeta raya giştî ya ku bo pêşkêşkirina nûçeyên rast û bêalî hatiye darxistin, Dengê Amerîka nikare guh bide ti fermanan, yên ku sansurkirinê armanc dikin."

Rêvebra Dengê Amerîka ya ser kar Yolanda Lopez do Sêşemê bertek nîşanî fermana Tirkîyê da.

"Dengê Amerîka wê berdewam be hemberî her daxwazek ji hêla sazîyên Tirkîyê ve - an jî sazîyên li her welatekî ku em lê nûçe û agahdarî pêşkêş dikin – bisekine, yên ku hewildanên sansurkirina nûçeyên me ne," Lopez got.

Lopez destnîşan kir ku "pêdivîya mayîna wek çavkanîyeke pêbawer ya rojnamevanîya serbixwe prensîba serekî ya Dengê Amerîka ye.

"Emê her gava pêwîst bavêjin da ku ji destwerdana her kesê ku gefê li kanîna Dengê Amerîka ku ew erka xwe bî cîh neyne, " Lopez got.

Wezareta Derve ya Amerîka jî do Sêşemê ragihand ku ew rewşê ji nêz ve dişopîne û ew pir bi fîkar e.

Berdevkekî wezaretê bi rêya e-mail ji VOA re got ku Amerîka daxwazê ji Tirkîyê dike ku " erk û pabendiyên xwe yên ser rêzgirtina azadîya bingehîn ya derbirînê bicîh bîne."

RTUK’ê di Sibata 2022’an de jixwe ferman dabû Dengê Amerîka û du weşanên din yên navneteweyî ku serî li lîsansê bidin.

Çend meh şûnda, wê gihandina naveroka Dengê Amerîka ya bi zimanê Tirkî û ya Deutsche Welle asteng kir, jiber ku her duyan serlêdana lîsansên ku ji hêla RTUK’ê tê xwestin, red kirin.

XS
SM
MD
LG