Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Moskow Ser Kuştina Sivîlan Washingtonê Tawanbar Dike


Rûsya îro Înê îdia kir ku Ukrayna jibo kuştina jin û zarokên li herêmeke başûr ya Rûsya muşekên ku Amerîka dane xebitandine.

Moskow îdia kir ku berpirsa wê Washington e û ev cara yekê ye ku Amerîka bi kuştina sivîlên li axa xwe tawanbar dike.

Ev sûcdarkirin di vê demê de tê ku Serokê Rûsya Vladimir Putin dibêje dewletên Rojavayî destûr didin ku Ukrayna bi çekên wan êrîşên bibe ser axên Rûsî û rîska pevçûneke cîhanî gur dikin.

Ajansa nûçeyan Reutersê got ku wê bi awayekî serbixwe nikanibû îdiaya Rûsya piştrast bikira û Ukrayna û Amerîka jî hîn ti bersîv nedaye Moskowê.

Berdevikê Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zakharova got ku êrîş hefteya borî li herêma Belgorodê, demeke kin piştî biryara Amerîka li dar ketine ku destûr dabû Ukrayna ku bi çekên wê êrîşan bibe ser axa Rûsî.

"Daxuyanîyên Washingtonê yên jibo destûrê wek îtîrafa kuştina jin û zarokên li Belgorodê’ ye. Parçeyên roketên HIMARS wê delîl bin," Zakharova ji rojnamevanan re got.

Karbidesta Rûsî ser parçeyên roketê ti wêne û vîdyo nîşan neda û eşkere nekir ku di wê bûyerê de ku ew îdia dike çend kes hatine kuştin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken 31’ê Gulanê piştrast kir ku Serok Joe Biden jibo Ukrayna karibe berevanîya herêma Kharkivê ya li nêzî Belgorodê bike ev gav erê kiriye.

Amerîka hîn jî rê nade Ukrayna ku ew çekên Washingtonê jibo êrîşên li kûrahîya Rûsya werin xebitandin.

Putin di hefteyên dawî de bi awayekî hîn tund dibêje ku ger dewletên Rojavayî şerê li Ukrayna gur bikin ewê rîska şerê cîhanî mezintir bibe.

Wî roja Çarşemê ji edîtorên bîyanî re got ku dewletên Rojavayî çekan didin Ukrayna û mafê Moskowê jî heye ku ew wek ‘’bersîveke sîmetrîk’’ çekan bide dijminên wan dewletên Rojavayî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG