Rûsya îro Sêşemê nûkirina operasyona alîkarîya mirovahî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bo neh mehan li Sûrîyê veto kir ku ji Tirkîyê alîkarîya mirovahî dibir bakurê rojavayê Sûrîyê.
NY ji sala 2014’an vir ve karê gîhandina xwarin, derman û sitargeh li Sûrîyê dikirin û pêşnîyara ki ji alîyê Swîsre û Brezîlya hatibûn nivîsîn, rê dida NY bona neh mehên din larê xwe bidomîne.
Di dengdanê 13 endamên Civata Ewlekarîyê dengê erê da û Çînê jî dengê xwe kar neanî û pêşnîyar bi dengê Rûsyayê hate veto kirin.
Hêjayî balkişandinê ye ku NY jibo ku karê xwe li hindurê axa Sûrîyê bidomîne hewceyî destûra Civata Ewlekarî ye jiber ku hikûmeta Sûrî bi operasyonê qayil nebûbûn.
Di sala 2020 û 2022’yan de jî dema operasyonên NY bi dawî hatibûn, lê her du ran jî rojeke paştir ew destûr hatibû nû kirin.