Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Xemgîn E ku Amerîka Beşdarî Danûstandinên Afganistanê Nabe


Wezareta Derve ya Rûsya îro Çarşemê xemgînîya xwe ragihand ku Amerîka qebûl nekir ku beşdarî danûstandinên aştî yên Afganistanê bibe.

Rûsya ragihandibû ku di 4’ê Îlonê de, li Moskowê konferanseke navnetewî pêk were û Amerîka jî wek beşdar hatibû vexwendin.

Wezareta Derve ya Rûsî dîyar kir ku xencî Amerîka, 11 dewletên din ji danûstandinan re hatine vexwendin.

Rûsya ku di demên dawî de dixwaze roleke aktîftir wergire, dibêje danûstandinên plankirî wê hewil bidin ku çareserîyeke aştîyane ji kêşeya Afganî re peyda bikin.

XS
SM
MD
LG