Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio Beşdarî Hilcivîna CARICOM Dibe

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio îro Çarşemê beşdarî hilcivîneke herêmî li welatê Saint Kitts û Nevis dibe da ku zivirîna Amerîka ber bi Parzemîna Rojavayî ve dupat bike.

Ev serdan di demekê de ye piştî ku Amerîka bi operasyoneke leşkerî serokê berê yê Venezuela Nicolas Maduro girt û xembarîyên derbarê şerekî ligel Îranê didomin.

Rubio beşdarî hilcivîneke Civaka Karîbî (CARICOM) dibe ku heta roja Înê dirêj dike, li vê dema ku Serok Donald Trump hewlên xwe ji bo şerê dijî qaçaxtîya madeyên hişbir li deverê zêde dike û givaştinê li ser Kubayê tund dike.

Di civînê de Wezîrê Derve ligel rêberên koma 15 endamî kom dibe da ku pirsgirêkên herêmî yên girîng gotûbêj bikin. Serok Trump ev pirsgirêk destnîşan kirine bi mebesta vegerandina serdestîya Amerîkayê li Parzemîna Rojavayî.

Amerîka ne endam e ne jî çavdêrekî fermî di CARICOM’ê de ye.

Welatên devera Karîbî derbarê armanckirina rêberên kartelên madeyên hişbir ji alîyê leşkerîya Amerîkayê ve dabeş bûne. CARICOM sala borî daxuyanîyek belav kir, tê de herêma xwe wekî “cihê aştîyê” binav kir ku divê operasyonên leşkerî lê pêk neyên. Welatê Trinidad û Tobago qebûl nekir ku wê daxuyanîyê îmze bike û piştgirîya gavên rêvebirîya Trump li herêmê daye.

XS
SM
MD
LG