Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio: Krîzên Aborî û Jeopolîtîk Gefê li Sîstema Aborî ya Cîhanê Dikin

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di destpêka civîna wezîrên derve yên welatên G20 de hişyarî da ku cîhan di qonaxeke krîtîk de ye. Wî got ev serdemek e ku tê de rêze krîzên aborî û jeopolîtîk ên bi hev ve girêdayî gefê bingehên sîstema aborî ya cîhanî dikin.

Rubio di axaftina xwe ya îro Înê de li civîna wezîrên derve yên G20 li Atlanta, Georgia, got: "Em di kêlîkeke krîtîk de ne; kêlîkek e ku ez jê re dibêjim kêlîka hilbijartinê. Ev kêlîk ne tenê ji bo welatê min, lê diyar e ji bo tevahîya cîhanê girîng e."

Wezîrê Derve yê Amerîkayê got ku zêdebûna krîzên navneteweyî gefeke cidî li ser bingehên sîstema aborî ya cîhanî çêdike. Astengîyên li ser dabînkirina enerjî û xwarinê, astengîyên li ser bazirganîya navneteweyî û azadîya deryavanîyê bûne hin ji girîngtirîn pirsgirêkên ku welat pê re rû bi rû dimînin, Rubio diyar kir.

Rubio herwiha got ku "Endamên G20 divê bi hev re bixebitin da ku van gefan çareser bikin, berxwedana aborî xurt bikin û bazar û çavkanîyên aborî yên ku ew pê ve girêdayî ne biparêzin."

Wezîrê Derve rola dîplomat û rêberên siyasî di hevrêzkirina bersivên welatan de ji bo krîzên derketî wekî "girîng" bi nav kir û tekez kir ku hevkarîya navneteweyî divê di berjewendiya hevpar de be.

Rubio herwiha tekez kir ku di civîna du rojî de, welatên endam ên komê dê derfetê bibînin ku li ser pirsgirêkên hevbeş û rêbazên çareserkirina krîzên aborî û jeopolîtîk nîqaş bikin.

G20 ji 20 aborîyên herî mezin ên cîhanê pêk tê ku ew jî ev in: Amerîka, Arjentîn, Australya, Brazîl, Kanada, Çîn, Rûsya, Fransa, Almanya, Hindistan, Îndonesya, Îtalya, Japon, Meksîk, Rûsya, Erebistana Siûdî, Afrîqaya Başûr, Koreya Başûr, Tirkîye, û Brîtanya.

This item is part of
XS
SM
MD
LG