Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje Wezîrê Derve Marco Rubio dê roja Înê li Fransayê ligel hevtayên xwe yên welatên G7 bicive da ku şerê Rûsya û Ukrayna, û nakokîyên Rojhilata Navîn gotûbêj bikin.
Ev gotûbêjên li Cernay-la-Ville di demekê de tên ku operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê li Îranê didomin û rejîma Tehranê jî êrîşên dijî welatên cîran berdewam dike.
Tommy Pigott, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve, li ser platforma X’ê got: “Wezîr dê ligel hevtayan şerê Rûsya û Ukrayna, rewşa li Rojhilata Navîn, û metirsîyên cîhanî li ser aştî û aramîyê.”
Roja Şemîyê, welatên G7 daxuyanîyek derxist, tê de êrîşên Îranê li dijî sivîlan û binesazîya sivîlan li seranserê welatên Rojhilata Navîn şermezar kirin.
Wezîrên Derve yên Amerîka, Keneda, Fransa, Almanya, Îtalya, Japon, Brîtanya û Yekîtîya Ewrupayê di daxuyanîyê de got ku êrîşên Îranê û komên wê çekdar ên herêmî nayên qebûlkirin.
Daxuyanîyê banga rawestandina “demûdest û bêmerc” a hemû êrîşên rejîma Îranê kir, ligel parastina rêkên deryayî, di nav de Tengava Hormuzê.