Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio: Li Ser Pirsa Îranê Me Pêdivî bi Çînê Nîne

Wezîrê Derve ya Amerîkayê Marco Rubio piştrast kir ku Serok Donald Trump li ser mijara Îranê ligel Serokê Çînê Xi Jinping gotûbêj kiriye, lê "ti daxwaz nekiriye."

Wezîrê Derve Marco Rubio di hevpeyvînekê de ligel kanala NBC derbarê Îranê got: "Em alîkarîyê ji Çînê naxwazin, em ne hewceyî alîkarîya wan in."

Wezîrê Derve got ku hikûmeta Çînê ligel Amerîka hevbîr e ku divê Îran çekên navokî bidest nexe.

Wî got, "Em naxwazin Tengava Hormuzê were leşkerkirin û em sîstemeke berhevkirina bacê naxwazin."

Rubio ji NBC re got: "Baş e ku em di vê mijarê de di hevbîrîyê de ne, an jî qet nebe em li ser vê yekê li hev dikin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG