Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got dibe ku heta êvarê li dor rêkeftine bi Îranê re nûçeyên ku dikarin bi fermî şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bînin hebin.
Rubio li New Delhîya Hindistanê ji rojnamevanan re got, "Dibe ku cîhan di çend demjimêrên pêş de nûçeyên baş werbigire."
Rubio, ku di serdana xwe ya yekem de ye bo Hindistanê, got ku ev rêkeftin dê xemên Amerîkayê yên li ser Tengava Hormuzê çareser bike, ku Îranê di bersiva êrîşên Amerîka û Îsraîlê de pirsgirêk li wir derxistine pêş.
Wî got ku ev rêkeftin dê pêvajoyekê dest pê bike ku "di dawîyê de dikare me bigihîne cihê ku serok dixwaze em lê bin, ku ew jî cîhaneke ku em êdî tê de neçar nebin ku ji Îraneke navokî bitirsin û nîgeran bin."
Axaftina Robio tê piştî ku Serokê Trump got ku danûstandin baş hatine kirin li ser pêşnîyaza ku vekirina Tengava Hormuzê jî vedihewîne.
Trump berê jî gotibû, "Ez ê tenê rêkeftinekê îmze bikim ku hemû daxwazên me pêk bîne."