Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Înê ragihand ku Amerîkayê li bendê ye ku rejîma Îranê di dawîya rojê de bersiva pêşniyara dawî ya Amerîkayê bide, bi armanca bidawîbûna şerê li Rojhilata Navîn.
Wezîrê Derve li Romayê ji rojnamevanan re got: "Divê em îro tiştekî bibihîzin."
Rubio herwiha got "Em îro li benda bersiva wan in. Em hêvî dikin ku bersiva wan wisa be ku rê li ber gotûbêjan veke."
Ev yek di demekê de ye ku vê dawîyê çend pevçûn çêbûne û Îmaratê jî ragihandîye ku careke din ketîye ber êrîşên rejîma Îranê.
Tevî pevçûnan, Serokê Amerîkayê Donald Trump tekez dike ku agirbest nehatîye hilweşandin û danûstandinên ligel rejîma Îranê ji bo peymanekê berdewam in.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê jî ragihand ku ew hîn pêşniyara dawî ya Amerîkayê dinirxînin.
Di çend demjimêrên borî de, çend pevçûn di navbera hêzên rejîma Îranê û keştîyên şer ên Amerîkayê de li Tengava Hormuzê çêbûn.
Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan pêşî li du keştîyên din ên girêdayî Îranê girtîye.
Trump jî ragihand ku sê keştîyên şer ên Amerîkayê hatine armancgirtin, li dema ku ew di nav tengavê re derbas dibûn. Artêşa Amerîkayê bersiva êrîşan da û metirsî ji nav bir.
Trump li ser Truth Social ragihand ku "Sê keştîyên me yên şer di bin êrîşan de pir bi serkeftî di tengavê re derbas bûn. Ti ziyan negihîşt keştîyên me, lê ziyaneke mezin gihîşt hêzên Îranî yên ku êrîş kirin."
Serokê Amerîkayê paşê ji rojnamevanan re got ku agirbest berdewam e û bûye sedema kêmkirina alozîyê. Wî li Washingtonê got "Wan tiştekî biçûk kir, lê me ew wêran kirin."