Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Marco Rubio: Pirsgirêka Îranê di Îdeolojiya Wê ya Şoreşa Îslamî de ye

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio berevanî ji tedbîrên leşkerî û aborî yên rêveberiya Serok Donald Trump a li dijî Îranê kir.

Wezîr Rubio got jî, ku pirsgirêka bingehîn a Îranê ne tenê bi rêveberên hikûmetê ve girêdayî ye, lê di îdeolojiya Şoreşa Îslamê û ramanên olî yên rêberiya Îranê de ye.

Rubio di axaftina xwe de diyar kir ku Îran ji aliyê melayên Şî’eyan ve tê rêvebirin ku xwedî nêrînek radîkal û karesatbar li ser olê ne.

Rubio derbarê pêngavên li dij Îranê hatine avêtin got serok Trump pêşwext berî ku Îran xwe bigihîne asta berevaniyek bihêz ji bernameya xwe ya navokî tedbîr standin.

Îranê dixwest ku ewqas mûşek, dronan û çekên din berhev bike ku her destwerdaneke leşkerî li dijî bernameya wê ya navokî zehmetir bike.

Rubio diyar kir ku Îranê hewl dida cebilxaneya xwe ya çekên kevneşopî xurt bike, bberî ku ber bi çêkirina çekên navokî ve gav pavêje.

Rubio di hevpeyvînekê de di kanala Fox Newsê de ligel Sean Hannity got ku rêgirtina li ber bidestxistina çekên navokî ji aliyê Îranê ve, hîn jî armanca sereke ya siyaseta Amerîkayê ye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê got ku Îran wek welatek dikaribû siberojek baş hebe, lê piştî ku melayên Şî’eyan hatin ser desthilatê, ew xizmeta gelê Îranê nakin, wan pereyên welêt ji bo avakirina dibistan û pêşxistina welatê xwe bikar neanîn, lê li şûna wê pere ji bo çêkirina çekan û belavkirina şoreşê li derveyî Îranê bikaranîn.

Rubio got ku rejîma Îranê bi fînansekirina komên ku Washington wan wek komên terorîstî bi nav dike, wek Hizbullah, Hemas û milîşîyayên girêdayî Îranê li Îraqê, ev siyaseta xwe domandiye.

Wî got ku ev nêrîn ji bo civaka navneteweyî bûye cihê nîgeraniyê, bi taybetî di mijara bernameya navokî ya Îranê de.

Di heman demê de, Rubio destnîşan kir ku rêya başûr a Tengava Hormuzê vekirî ye û her roj zêdetir petrol ji wê derbas dibe. Wî got ku hêzên Amerîkayê rêyên keştiyan diparêzin û mayînên li tengavê jî rakirine.

Rubio herwiha dûpat kir ku armanca sereke ya siyaseta Washingtonê ew e ku rê li ber Îranê bigire da ku nebe xwedî çekê navokî, û diyar kir ku deriyê dîplomasiyê hîn vekirî ye, lê gihîştina lihevkirinekê pêwîstî bi danûstandinên berdewam û karê dîplomatîk heye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG