Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio Hefteya Bê Serdana Îsraîlê Dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Wezîrê Derve Marco Rubio hefteya bê serdana Îsraîlê dike.

Cîgirê Berdevkê Wezaretê Tommy Pigott îro Înê got ku "Wezîrê Derve Marco Rubio dê ji 2 heta 3ê Adarê serdana Îsraîlê bike."

Pigott da zanîn ku Rubio dê hejmareke mijarên herêmî di vê serdanê de gotûbêj bike, di nav de Îran, Libnan, û hewlên berdewam yên cîbicîkirina plana aştîyê ya Serok Trump ya 20 xalî ji bo Kerta Xezayê.

Biryar bû Rubio vê hefteyê serdana Îsraîlê bike, lê ew yek hatibû paşxistin. Serdana Wezîrê Derve di demekê de tê ku girjî di navbera Amerîka û Îranê de berdewam dikin.

XS
SM
MD
LG