Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Wezîrê Derve Marco Rubio wê dest bi serdana dewletên Amerîkaya Latînî bike.
Li gor ragihandina wezaretê Rubio wê 1-6 Sibatê here Panama, El Salvador, Kosta Rîka, Guatemala û Komara Domînîk.
Wê wezaretê dîyar kir ku armanca serdana Rubio sekinandina koçberîya qaçax û têkoşîna dijî rêxistinên sûcan û qaçaxçîyên hişbiran e.
Wezaretê ragihand ku Rubio wê ser helwesta hevpar ya dijî Çînê jî danûstandinan bike.
Washington dîyar dike ku ew bi vê rêberîya nû dixwaze bi dewletên Amerîka Latînî re hevkarîya herêmî pêşve bibe.
Rubio yê Kubayî û Amerîkî, li Amerîka Latînê pêşî yê li posteke bilind e û ew dikare gelek baş bi zimanê Îspanî biaxife.