Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio: Amerîka ji bo Dîplomasîyê Amade ye lê Îran ne Rijd e

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li kêleka Civîna Wezîrên Derve yên Komeleya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) li Manila ya Fîlîpînê. 22ê Tîrmeha 2026an.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li kêleka Civîna Wezîrên Derve yên Komeleya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) li Manila ya Fîlîpînê. 22ê Tîrmeha 2026an.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Çarşemê got ku Amerîka hîn jî amade ye ji bo bidawîkirina krîza Îranê danûstandinan bike, lê Tehran li ser danûstandinan ne rijd e.

Rubio ev axaftin di civîneke Wezîrên Derve yên Komeleya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) de kir.

Di demekê de ku Îran gefê li keştîvanîya bi rêya Tengava Hormuzê ya ku ji Kendavê derdikeve dixwe, Deryaya Sor wekî rêya sereke ya alternatîf ji bo milyonan bermîl petrola Siûdî di rojê de, xizmet kiriye.

Berpirsekî payebilind ê Îranî roja Duşemê ji ajansa Reuters re gotibû ku Tehranê pêşnîyazek ji bo agirbesteke 10 rojî ji navbeynkaran wergirtiye da ku hewl bide peymana agirbesta demkî ya ku di Hezîranê de ji hêla Amerîka û Îranê ve hatî îmzekirin rizgar bike, ku şûna agirbesta Nîsanê ya berê girt.

Di nîşaneke din de ku dîplomasî zindî dimîne, Wezîrê Navxweyî ê Îranê Iskender Momenî serdana Pakistana navbeynkar kir û ji Îslamabadê xwest ku hewlên xwe bidomîne.

Rubio got ku Washington "her gav pabend e bi dîplomasîyê " lê guman kir ku Tehran bi heman rengî pabenda danûstandinan be.

Rubio li Manêlayê got, "Pirsgirêka ku niha em pê re rû bi rû dimînin ew e ku ew[Îran] di derbarê danûstandinan de ne cidî ne. Ger ew cidî bin, em jî cidî ne. Ger ew nebin, wê demê em ê ji bo parastina berjewendîyên xwe û her weha berjewendîyên hevalbendên xwe çi pêwîst be bikin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG