Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio roja Înê got ku di danûstandinên bi Îranê re "pêşketinek biçûk" heye lê hişyarî da ku pirsgirêkên sereke yên ji bo bidawîkirina nakokîya Amerîka û Îranê hîn jî çareser nebûne.
Rubio piştî hevdîtinên bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê Mark Rutte re li Swêdê got, "Hin pêşketinên sivik çêbûne. Ez naxwazim zêde bikim, lê hinekî tevger çêbûye, û ev baş e...Tiştên bingehîn wekî xwe dimînin. Îran qet nikare çekeke navokî hebe."
Wezîrê Derve tekez kir ku her peymanek divê li ser uranyuma dewlemendkirî ya Îranê û çalakîyên wê yên dewlemendkirinê bisekine. Wî her wiha li dijî her hewldaneke ji hêla Îranê ve ji bo avakirina sîstema bacê li Tengava Hormuzê hişyarî da.
Rubio got, "Ger ev yek li Tengava Hormuzê biqewime, ew ê li pênc deverên din ên cîhanê biqewime...Ew tengav çiqas girîng e ji bo her welatekî ku îro li vir nûneratîya wî dibe, lê bi rastî, ji bo welatên ku îro li vir nûneratî nînin jî, nemaze li Hindo-Pasîfîkê."
Axaftina Rubio tê rojekê piştî hişyarîya Serok Donald Trump a li ser "tiştekî pir tund", eger rêkeftinek neyê çêkirin.
Amerîkayê di 28ê Sibatê de bi Îsraîlê re dest bi êrîşeke hevbeş kir li dijî rejîma Îranê. Ji 8ê Nîsanê ve agirbesteke lawaz di rojevê de ye, her çend Trump di destpêka vê hefteyê de got ku Amerîka demjimêrekê ji nûdestpêkirina êrîşan dûr bû.
Li alîyekî din, Pakistanê roja Înê got ku wezîrê wê yê navxweyî vê hefteyê du caran çûye Tehranê da ku bi rêberên Îranî re bicive, wekî beşek ji hewldanên navbeynkariyê ji bo sivikkirina rageşîyên Amerîka û Îranê.
Îranê daxwaza bidawîanîna dijminatîyê li hemû enîyan, rakirina cezayên Amerîkî û vekirina mal û milkên Îranî wekî şertên her rêkeftinekê kiriye.