Wezîrê derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Pêncşemê ku li ser malpera wezaretê hate belavkirin, piştgirîya Amerîkayê ji bo serwerîya Panamayê li beramber kiryarên Çînê ragihand.
Rubio di daxuyanîyekê de got ku kiryarên dawî yên Çînê li dijî keştîyên ku ala Panamayê hildabûn xemên cidî derdixin holê.
Wî diyar kir ku ev kiryar metirsîyê tînin "li ser bikaranîna amûrên aborî ji bo têkbirina serdestîya yasayê li Panamayê, ku neteweyeke serwer e û hevkara girîng a bazirganîya cîhanî ye."
"Girtin, derengxistin, an astengîyên din ên li pêş tevgera keştîyan aramîya zincîrên dabînkirina cîhanî têk didin, lêçûnên ji bo karsaz û bikiran zêde dike, û bawerîya bi sîstema bazirganîya navneteweyî kêm dike," Wezîrê Derve yê Amerîkayê got.
Karbidestê Amerîkî herwiha da zanîn ku kiryarên Çînê li dijî keştîyên ku ala Panamayê hildidin tên piştî biryara dawî ya Dadgeha Bilind a serbixwe ya Panamayê di derbarê îstgehên Balboa û Cristobal de.
"Biryara serwer zelalî û serdestîya yasayê û danîna ber pirsê ya karmendên kerta taybet ji alîyê berjewendiya giştî ve, diparêze. Biryar herwiha nîşan dide ku Panama ji bo weberhênana navneteweyî û derfetên karsazîyê hevkareke pêbawer e," Rubio got.
Di dawîya daxuyanîya xwe de Rubio diyar kir ku Amerîka bi hêz li kêleka Panamayê radiweste û li bendê ye ku hevkarîya xwe ya aborî û ewlehîyê bi vî welatî re zêde bike.