Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Marco Rubio ji bo Civîna Wezîrên G7 Digihîje Parîsê

Arşîv: Balyozê Amerîka li Fransayê Charles Kushner (yê duyem ji çepê) û hevjîna wî Seryl Kushner (ya li çepê), li balafirgeha Le Bourget a li derdora Parîsê, pêşwazîya Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio dikin. 9'ê Mijdara 2026an.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Duşemê 9’ê Mijdarê ji bo beşdarbûna civîna wezîrên derve yên G7’ê gihîşt Parîsê.

Civîna G7’ê ji ber sedemên ewlehîyê, piştî çend hefteyan xwepêşandanên seranserê Frensayê, di demek kurt de ji Marsîlyayê bo Parîsê hat veguhastin.

Li gor çar dîplomatên G7’ê ku ji ajansa Reutersê re gotine, dê ev civîn yekem derfeta hevalbendên Washingtonê be da ku binirxînin ka şikestina komarîyan di hilbijartinên nîvdem ên Amerîkayê dê nêzîkatiya rêveberîya Serok Donald Trump ya li hember Ukrayna, Rojhilata Navîn û têkilîyên wê bi hevkarên wê yên herî nêzîk re biguherîne, an na.

Serokê Amerîkayê Donald Trump doh Yekşemê di hevpeyvîneke bernameya "60 Minutes" a kanala CBS’ê de derbarê siberoja Rubio ya di rêveberiyê de, got ku ew bawer e ku Marco Rubio, senatorê berê yê wîlayeta Floridayê, dê wekî Wezîrê Derve bimîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG