Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Serdana Xwe ya Ewropayê de Marco Rubio Gihîşt Portûgalê

US Secretary of State Marco Rubio is greeted by Portugal's Prime Minister Luis Montenegro at the Sao Bento Palace in Lisbon,
US Secretary of State Marco Rubio is greeted by Portugal's Prime Minister Luis Montenegro at the Sao Bento Palace in Lisbon,

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro, Pêncşem 8ê Cotmehê, gihîşt Lişbonê, paytexta Portûgalê, ku qonaxa dawî ya gera çar-rojî ya wî ye ku tê de serdana Îslandayê û Yûnanistanê jî kir. Armanca vê gerê xurtkirina hevkariyên Amerîkayê bi van sê welatên endamên NATOyê re bû.

Rubio piştî gihîştina Lişbonê li ser Xê nivîsand," Niha ez gihîştim Lişbonê. Bi xurtkirina hevkariya stratejîk a berevaniyê di navbera Amerîka û Portûgalê de û vekirina Foruma nû ya CEO ya Amerîka-Portûgalê, em dixwazin bazirganî û weberhênanê zêde bikin û bi vê yekê derfetên nû yên aborî biafirînin."

Rubio li Lişbonê bi Serokwezîrê Portûgalê Luís Montenegro re civiya. Ev civîn rojek piştî axaftina wî ya li ber Akropola Atînayê tê, ku tê de Rubio bal kişand ser hêza Amerîkayê û bang li Ewropayê kir ku ji «xewa xwe ya dirêj» şiyar bibe.

Li gorî Wezareta Derve ya Amerîkayê, di serdana Lişbonê de Rubio bi rayedarên Portûgalê re mijarên berevanî, aborî û teknolojiyê mijarên sereke yên danûstandinan bûn.

Rubio ji rojnamevanan re li Balafirgeha Atînayê got "Em dixwazin hevalbendên me xurt bin. Çiqas ew xurtir bin, em ê bi hev re ewqas xurtir bin. Em Ewropayeke xurt dixwazin û em dixwazin hevkarên me li Ewropayê xurt bin. "

Wî diyar kir ku, "Çiqas welatên endamê NATOyê ji aliyê civakî, aborî û leşkerî ve xurt bin, NATO jî ewqas xurtir dibe. "

Berî ku bigihêje Portûgalê, Rubio li Atînayê beşdarî gera şeşemîn a Diyaloga Stratejîk a Amerîka û Yûnanistanê bû. Li wir, her du aliyan li ser kûrkirina hevkariyên berevanî û ewlehiyê, ewlehiya herêmî û enerjiyê axivîn.

Rubio herwiha bi Serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis re civiya û li ser rêyên zêdekirina hevkariya enerjiyê, berfirehkirina hevkariya berevanî û di warê bicihanîna qanûnê de, herwiha xurtkirina parvekirina berpirsiyariyan di NATOyê de axivî. Di peyama xwe de wî got, "berî her tiştî Amerîka, bi hevkarên me re xurtir e. "

Bi gihîştina Rubio ya Lişbonê, Portûgal dibe qonaxa sêyemîn û dawî ya vê gerê. Rubio berî derketina ji Atînayê, Portûgal wek "hevalbendekî mezin û pir hevkar ê Amerîkayê nîşan da.

This item is part of
XS
SM
MD
LG