Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio dê îro Şemîyê bi wezîrên derve yên Australya, Hindistan û Japonê re civînekê li dar bixe. Ev civîna wan a sêyemîn îsal e, ji ber ku planên ji bo hilcivîna serokên çar welatan li Manîlayê meha têne danîn.
Hilcivîna serokan, ku biryar e di dema konferansa Komeleya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) de li paytexta Fîlîpînê di navbera 15-18'ê Mijdarê de pêk were, dê yekem civîn be ji sala 2024'an vir ve, û ya yekem e ji bo Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Hilcivînên fermî yên serokên çar welatan ku bi navê (Quad) tên nasîn destpê nekir heta ku Serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden di sala 2021'ê de hat ser desthilatê. Biryar bû ku Serok Trump di dawîya sala 2025'an de beşdarî Hilcivîna Quad li Hindistanê bibe, lê ji ber nakokîyên bazirganî û nakokîyên baca gumrikê yên bi New Delhî re ew serdan betal kiribû.
Piştî civîna wezîrên Quad, Rubio dê civîna du rojî ya G20 ya aborîyên mezin ku li Atlanta tê lidarxistin bidawî bîne.