Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio pêşwazî azadkirina rojnamevana Amerîkî Shelly Kittleson ya ku li Îraqê hatibû revandin kir.
"Bi kêfxweşî berdana rojnamevana Amerîkî Shelly Kittleson radigihînim, ku vê dawîyê ji aliyê endamên rêxistina terorîst a biyanî Ketayîb Hizballah ve ku li Îraqê li nêzîkî Bexdayê, hatibû revandin," Rubio di daxuyanîyekê de ser platforma X'ê got.
Kittleson berî hefteyekê li paytexta Îraqê Bexda ji alîyê koma Katayib Hizbullah a ser bi Îranê ve hatibû revandin.
"Wezareta Derve ya Amerîkayê spasîyên xwe ji bo Ofîsa Lêpirsînê ya Federal, Wezareta Cengê, karmendên Amerîkî di sazîyên seranserî de, û Civata Bilind a Dadwerî ya Îraqê û hevkarên me yên Îraqî, ji bo alîkarîya wan di azadkirina wê de, pêşkêş dike," Rubio got.
Wezîrê Derve herwiha got, "Ev biryar pabendbûna domdar a Rêveberîya Trump ji bo parastin û ewlehîya welatiyên Amerîkî li her devera cîhanê bin jî, nîşan dide."
Karbidestê Amerîkî herwiha da zanîn, "Di bin serokatîya Serok Trump de, girtin an revandina neheq a welatîyên Amerîkî nayê qebûlkirin. Em ê her rêbazekê bikar bînin da ku Amerîkîyan vegerînin malê û hesabê ji kesên berpirsyar bixwazin."
Li dawiya peyama xwe, Rubio got ku "Em kêfxweş in ku ev Amerîkî niha azad e û em ji bo piştgirîya derxistina wê ya ewle ji Îraqê dixebitin."
Kittleson ji mêj ve wekî rojnamevan li hejmareke welatên Rojhilata Navîn kar kiriye. Herî dawî, wê wekî rojnamevaneke serbixwe ligel malpera al-Monitor kiriye.