Wezîrê derve yê Amerîkayê Marco Rubio girîngîya tekezî li se ewlehîya Sûrîyê û hewldanên dîplomatîk ên Washingtonê ji bo aramîya herêmê kir.
Rubio roja Yekşemê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de ligel serokwezîrê Slovakiyayê Robert Fico, li Bratislavaya paytext, li ser peymana di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk(HSD) û hikûmeta demkî ya Sûrîyê de, ku di 29ê Çile de hatibû îmzekirin, axivî û got ku bicîhanîna peymanê dê ne hêsan be û dê peymanên din bi civakên din ên wekî "Durzî, Bedewî, Elewî û hemî pêkhateyên civaka pirreng a Sûrîyê re, pêwîst bin.”
Lê wî got ku herçendî zehmet be jî, Amerîka dibîne ku "ew pir baştir e ji sûrîyayeke parçe li gel her cûre şer û koçberîyên girseyî...Amerîka di vê derbarê de geşbîn e."
Rubio behsa hewldanên Amerîka yên aramkirina rewşê kir dema ku di destpêka vê salê de alozîyên di navbera hêzên Kurdî û yên girêdayê artêşa Erebî ya Sûrî de dest pê kir, û got ku serok Trump du caran bi serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed Şeri’ re axivî û jê re got ku şer rawestîne "da ku em karibin girtîyên Daişê veguhêzin û bêtir demê bidin ku em li ser entegrasyona Kurdan di nav hêzên niştimanî yên Sûrî de bixebitin. Wekî ku hûn dizanin, Şeri’ ev yek kir û divê li ser wê berdewm be."
Wî got, "Li Sûrîyê du bijarên me hebûn. Yekem, rawestandina dabeşkirina herêmê bo 18 beşan bû. Şerê navxweyî yê dirêj, bêîstîqrarî, koçberîya girseyî, qadeke terorîstan, derketina holê ya Daişê û destêwerdana Îranê." Ya duyem jî ew bû ku em hewl bidin û bibînin ka gelo em dikarin bi rayedarên herêmî û serok Şeri’ û tîmê wî re bixebitin, ji ber vê yekê me bijara duyem hilbijart, ku bêtir bi wate bû."
Rubio veguhestina girtîyên Daişê bo Îraqê jî gaveke girîng bi nav kir û got, "Ji bo ku em bi reveke girseyî ya girtîyan re rû bi rû nebin û 4,000 an 5,000 kujerên Daişê li her derê belav nebin û di pêşerojê de gefê li me nexwin."
Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê roja Înê gotibû ku hêzên Amerîkayê erkeke 23 rojan ya veguhestina zêdetirî 5,700 çekdarên Daişê ji bakurê rojhilatê Sûrîyê bo Îraqê bi awayekî serkeftî bi dawî anîne.
Wezareta Dadê ya Îraqê hefteya borî got ku tenê nêzîkî 270 ji zêdetirî 5,000 çekdarên Daişê yên ku bo Îraqê hatine veguhestin Îraqî bûn. Wê got ku zêdetirî 3,000 ji girtiyan welatiyên Sûrîyê bûn.
Ev çekdarên Daişê ne ku li kampên Roj û Hol ên bakurê rojhilatê Sûriyeyê diman.