Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio îro Çarşemê li New Yorkê di presskonferansekê de li ser Rûsya û Ukrayna, Îran û Îraqê axivî û ser siyaseta derve ya Amerîkayê nêzîkatîya rêveberiya Serok Donald Trump rave kir.
Rubio got ku di rêvebirîya Trump de, wê di siyaseta derve de xala pêşeng berjewendîyên neteweyî yên Amerîkayê bin.
“Heta ku Serok Trump li ser kar be, Amerîka wê ne li gor berjewendîyên nîzama navneteweyî, lê her tim li gor berjewendîyên neteweyî yên welatê xwe tevbigere.”
Rûsya û Ukrayna
Rubio liser hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov re axivî, ku wê serê sibê pêk hatibû.
Wî got ku Washington wê hewl bide Rûsya û Ukrayna li ser rawestandina êrîşên dijî binesaziya enerjîyê qayîl bike. Rubio destnîşan kir ku nêzîk kirina her du welatan wê dijwar be, lê got ku Washington amade ye rolek erênî bilîze.
Rubio herwiha got ku Amerîkayê Serokê Rûsya Vladimir Putin vexwendiye ku ew beşdarî civîna G20’an bibe ku ewê Berfanbarê li Miami çê bibe.
Piştî hevdîtina Rubio û Lavrov, wezareta derve ya Rûsya jî got ku herdu wezîran li ser şerê bi Ukrayna û têkilîyên Washington û Moskowê gotûbêj kirine. Li gor Moskowê, Lavrov ji Rubio re gotîye ku Rûsya jibo çareserîyeke siyasî û dîplomatîk amade ye, lê li ser çareserîyeke xalên ku Moskow wan wek “sedemên bingehîn” ên şer bi nav dike, israr kirîye.
Derbarê rewşa Îraqê
Li ser Îraqê, Rubio rave kir ku Washington piştgirî dide hewlên hikûmeta Îraqê da ku henû komên çekdar bikevin bin kontrola dewletê.
Wî herwiha got ku Îraqê jibo pêkanîna vê pêvajoyê daxwaza demeke zêdetir nekiriye û Washington wê piştgirîya hikûmeta Îraqê bidomîne.
Rubio hevdem got ku wî ev mijar rasterast bi Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî re nîqaş kiriye û Serok Trump jî bi kurtî bi wî li ser vê mijarê axivîye.
Wî li ser pabendbûna Zeydî bawerîya Washingtonê anî ziman.
“Li ser pabendbûna wî ya ji bo pêkanîna vê yekê ti gumanê me tune. Em dizanin ku ev karekî pir zahmet û dijwar e.”
Helwesta Amerîka li Hember Îranê
Derbarê Îranê de jî Rubio got ku Washington jibo danûstandinan vekirî ye, ger danûstandin bikare bibe sedema encameke erênî.
Rubio got ku Washington dixwaze bi rêya dîplomasîyê çareserîyekê peyda bike, lê mijara bernameya navokî ya Îranê hîn jî di nav mijarên sereke de ye.
Wezîr destnîşan kir ku armanca sereke ya Washingtonê ew e ku Îran ti carî nekaribe bibe xwedî çekê navokî.
Hejayê gotinê ye ku preskonferansa wezîr Marco Rubio di çarçoveya xula 81'an a Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, hat lidarxistin.